Cotmeh 02, 2020 17:00 Asia/Tehran
  • Gotûbêj; tenha rêkara kêşeya navbera Komara Azerbaycanê û Ermenistanê

Alîkarê serokê Komîsiyona Ewlehiya Neteweyî û Siyaseta Derveyî ya Meclisa Şêwraya Îslamî ya Îranê got: Kêşeya navbera Komara Azerbaycanê û Ermenistanê li ser navçeya Qerebaxê bi rêkara leşkerî nayê çareserkirin û ev mijar tenê bi rêkara siyasî û gotûbêjê dê were çareserkirin.

Ebas Muqtedayî, Alîkarê serokê Komîsiyona Ewlehiya Neteweyî û Siyaseta Derveyî ya Meclisa Şêwraya Îslamî ya Îranê roja Îniyê derbarê bûyerên vê dawiyê yên navebra Komara Azerbaycanê û Ermenistanê û helwêstên Komara Îslamî ya Îranê di vî warî da, got: Siyaseta mentiqî û bingehîn a Îranê, parastina dostî û aştiyê li navçeyê ye.

Muqtedayî got: Pevçûn rê jibo hatina welatên biyanî bo navçeyê xweş dike û ev yanî xelekek nivîşkan ku dikare aştî, dostîû ewlehiyê bixe ber xeterê.

Alîkarê serokê Komîsiyona Ewlehiya Neteweyî û Siyaseta Derveyî ya Meclisa Şêwraya Îslamî ya Îranê bi gotina vêya ku Îran bi dioqet liv û tevgerên welatên cînar û navçeyê dişopîne, got: Hemî aliyên ku bo kêmkirina kêşeyê alîkariyê dikin, dost û hemî kesên ku li dû dewama pevçûnan in, dijminên welatên navçeyê ne.

Pevçûnên sînorî navbera Ermenistan û Komara Azerbaycanê di Tîrmeha bihurî da jî bû sebeba birîndarbûn û candana bi dehan kesî û du welatan tawana destpêkirina van pevçûnan li hev bar kirin.

Komara Azerbaycanê û Ermenistan li ser navçeya Qerebaxê bi hev ra nakok in.

Nîqaş û nakokiya navbera van du welatan li ser navçeya Qerebaxê sala 1988an destpê bû û sala 1991ê dawî veguherî pevçûna leşkerî. Di vê navberê da destwerdana hin welatên din jî bûye sebeb agirê vê nakokiyê gurrtir bibe.

 

Serepeyv