Xetîbzade: Kiryarên Trump pergala navneteweyî li dijî Amerîkayê kiriye yek
Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê got: Kiryarên serokomarê Amerîkayê yên vegerandina boykotên NY dijî Îranê, pergala navneteweyî li dijî wî welatî kiriye yek.
Seîd Xetîbzade, Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê di gotûbêja bi IRNAyê ra bi gotina vêya ku dijayetiya welatên ewropî digel Amerîkayê di mijarine weke Peymana Atomî zêdetir ji wê yekê ku mijara piştgiriya ji Îranê be, mijara wan bi xwe ye, got: Dijayetiya 13 welatan li Konseya Ewlehiyê digel Amerîkayê, bûye sebeba tenêmayîna zêdetir a Waşîngtonê li pergala navneteweyî.
Xetîbzzade tevî amajeya bi vêya ku pêgiriya Amerîkayê li ser cihanîna boykotên betalbûyî yên dijî Îranê ji ber lawazî û bêçarebûna vî welatî ye, got: Amerîkayê 'NA'eyke mezin bihîstiye û zêdetir ji berê ketiye rewşa tecrîdê.
Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê destnîşan kir: Kiryarên kêmkirina sozan ji aliyê Îranê va di çarçoba peymana Atomî bersivek bo lawaziya Ewropayê ye û Têhran sepandina dubare ya boykotan û zextên dupat ên joratir ji Peymana Atomî neqanûnî û li dijî mafên navneteweyî dizane.
Xetîbzade tevî amajeya bi vêya ku jibo Îranê tu cihêtiyek tune ku kî serokomarê Amerîkayê be, got: Tevî ku encama hilbijartina Amerîkayê jibo gelek ji welatan girîng e û xwedan bandorên navçeyî û navneteweyî ye, lê Îranê ji wan çend welatên serbixwe ye ku siyaseta xwe ya navxweyî û derveyî nexistiye bin bandora têketin û derketina kesinan bo Koşka Sipî.
Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê her wiha got: Ihtimala wê yekê kêm e ku Trump bikare ji niha û pêva jî cîhanê li dijî Îranê bi xwe ra hevrê bike û Amerîkayê kontrola xwe ya siyasî, aborî an leşkeriya (Hejemonî) xwe li ser welatên cûrbecûr ên cîhanê ji dest daye.
Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê derbarê hewildanên lobiya siyonîsî-erebî dijî Îranê jî got: Li navçeyê ,ihwereke esîl û dijî serdestîxwaziyê bi navê Bereya Berxwedanê pêk hatiye ku Amerîka û alîgirên wê yên navçeyî bi giranî li dû jinavbirina wê ne, lê heta niha bi ser neketine.