Îran-Zêde ji 3 hezar kesên din bi Koronayê ketin û 211 nexweşên Koronayî jî can dan
Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê îro sêşemê ragihand ku di 24 saetên dawiyê de zêde ji 3 hezar kesî bi Koronayê ketine û 211 nexweşên koronayî jî can dan.
Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê Dr. Sîma Sadat Larî îro derbarê amara herî dawiyê ya Koronayê li Îranê ragihand: Di 24 saetên borî de testa koronayê ya 3 hezar û 825 kesên din pozetîv derketiye ku ji wan derdora hezar û 925 kes di nexweşxanê de hatin razandinê û yên din piştî tedawî û dermankirinê çûn malên xwe. Bi van pêketiyan ve jimara kesên ku heya niha bi vîrusa koronayê ketine gihêştiye 461 hezar û 44 kesan.
Dr. Larî herwiha got: Heyf û mixabin di mideha 24 saetên dawiyê de 211 nexweşên Koronayê can dane û hejmara kesên ku heya niha ji ber vê nexweşiyê jiyana xwe ji dest dane gihêştiye 26 hezar û 380 kesan.
Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê herwiha got ku heya niha 383 hezar 368 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegerîne ser malên xwe.
Hejmara kesên ku heya niha li cîhanê bi vîrusa Koronayê ketine gihêştiye derdora 34 milyon kesan ku ji wan zêde ji milyonek kesî jiyana xwe ji dest dane û zêde ji 25 milyon kes jî baş bûne û vegeriyane ser mal û jiyana xwe.