Îlon 30, 2020 16:46 Asia/Tehran
  • Xetîbzade: Mafê hakimiyeta Îranê li ser Sêgiravan tekûz e

Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê wek bersiva bo gotinên Wezîrê karên derve yê Imaratê di Civîna Civata Giştî ya NY da, got: Mafê hakimiyeta Îranê li ser sê giravên îranî yanî Bûmûsa, Tunba Mezin û Tunba Biçûk teqil û tekûz e.

Şêx Ebdullah Bin Zayid, Wezîrê karên derve yê Imaratê roja Sêşemiyê di Civîna Civata Giştî ya NY da bi hilêxistina hin tawanan, îdiaya hakimiyeta vî welatî li ser sê giravên îranî yanî Bûmûsa, Tunba Mezin û Tunba Biçûk kir.

Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê, Seîd Xetîbzade îro Çarşemiyê wek bersiva bo îdiaya Wezîrê karên derve yê Imaratê, got: Ev cûre gotin û dubarekirina îdiayên bêbingeh, bandorek li ser mafê hakimiyeta Îranê nekiriye û dê neke û ji hêla mafdarî û qanûnî va bênirx in.

Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê her wiha tevî şermezarkirina destwerdanên wêranker ên Imaratê li hin welatan û beşdariya çalak a vî welatî di gurrkirina agirê şêrr da, got: Lihevkirina asayîkirina pêwendiyên Ebûzebiyê digel rêjîma dagîrker, şerxwaz û qeyrançêker a siyonîst di rastiyê da Imarat kiriye beşeka qeyranê li Rojavayê Asyayê.

 

Serepeyv