Îlon 30, 2020 11:59 Asia/Tehran
  • Îrana îro; Îran ji deh welatên sereke yên berhemanîna Polayê ye

Beşa Kan û pîşeyên Kanê ya Îranê ji warên girîng ên aboriya welêt e; Bi awayekî ku di salên dawî da bi awayê navgînî zêde ji sedî 20ê derfirotina ne-petrol a Îranê ya vê beşê bûye.

Ji ber ku bingeha çalakiyên beşên Kan (maden) û pîşeyên kanê, keşf û vedîtin e, di heyama sal û nîva bihurî 400 hezar kîlomitrên çarkunc li çalakiyên vê beşê hatiye zêdekirin ku çalakiya herî kêmdîtî di dîroka welêt da ye.

Encama van vedîtinan heta niha keşfkirina 760 qadên kanê yên hêvîder bûye ku jibo 200 qadên wê, destûra behrewergirtinê hatiye daxwazkirin.

Ev keşf û vedîtin dê kanên nû bide nasandin ku teqez dê roleke girîng di pêşdeavêtina berhemanînê hebe.

Beşa Kan û pîşeyên Kanê tevî pêşketina dureqemî ya derfirotinê di sala 1398an a Koça Rojî da, pişk û pareke ber bi zêdebûnê ji derfirotina giştî ya welêt girtiye ustiyê xwe û roja îro roleke diyarker di derfirotina ne-petrol a Îranê heye.

 

 

Serepeyv