Serokê Komara Îslamî ya Îranê bi boneya koça dawî ya Mîrê Kuweytê ssersaxî da
Serokê Komara Îslamî ya Îranê bi dayîna peyamekê ji ber koça dawî ya Şêx Sebah El-Ehmed Cabir El-Sebah, Mîrê Kuweytê, sersaxî da ddewlet û gelê vî welatî.
Hesen Rûhanî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê roja Çarşemiyê bi şandina peyamekê ji Newaf El-Ehmed Cabir El-Sebah, mîrê nû yê Kuweytê destnîşan kir: Şêx Sebah El-Ehmed Cabir El-Sebah roleke girîng di pêkanîna hevsengî û navînrêtiyê li navçeyê hebû.
Rûhanî jibo Şêx Sebah El-Ehmed Cabir El-Sebah daxwaza rehmet û mexfireta Xwedê û jibo yên mayî hêviya sebrê kir.
Sebah Ehmed Cabir Sebah, duh Sêşemiyê di 91 saletiyê emrê Xwedê kir.
Dewleta Kuweytê piştî koça dawî ya Şêx Sebah El-Ehmed Cabir El-Sebah bi weşandina daxuyaniyekê ragihand: Newaf El-Ehmed Cabir El-Sebah ku pêştir welîehdê vî welatî bû, wek mîrê nû yê Kuweytê hat tayînkirin.