Îlon 30, 2020 08:53 Asia/Tehran
  • Îrana îro; Xaviyara Îranê baştirîn cûreya xaviyarê li cîhanê ye

Îranê jibo pêşîlêgirtin ji kêmbûna berhemanîna Xaviyarê, perwerdekirina masiyên Xaviyar li kêleka Deryaya Xezerê û parêzgehên welêt berfireh kir û aniha derdora 130 zeviyên perwerdekirina masiyên Xaviyar li welêt pêk hatine.

Xaviyara îranî ji mêj va di tevahiya cîhanê da wek brendeke baş dihatiye zanîn û gelek ji xwaringeh û hotêlên girîng ên cîhanê dema pêşkêşkirina xwarekê, Xaviyara îranî wek beşeka menoya xwe pêşniyar dikin.

Xaviyara berhemhatî li welêt ji ber kualîteya bilind ji yên herî baş li cîhanê ye û li gorî hebûna hevrikên weke Çîn û Rûsiyê, hîn jî cîgeha xwe parastiye û armanc ev e ku heta sala 1404, salê 100 ton Xaviyar were berhemanîn.

Li pey nêçîra zêde ya masiyan ji aliyê welatên dorhêla Deryaya Xezerê, Komîsiyona çavkaniyên zindî ya Deryaya Xezerê ji aliyê pênc welatên dorhêla vê deryayê hat damezirandin da ku derbarê çavkaniyên zindî yên vê deryayê biryarê bide.
Îsal (2020) sala dehem a qedexetiya nêçîra ticarî ya masiyên xaviyarî yên deryaya Xezerê hatiye ragihandin û ticareta Xaviyara Kovî jî qedexe ye.

Serepeyv