Li ser serdana Fuad Hisên ya Îranê wezareta derve ya Iraqê daxuyaniyek belav kir
Wezareta Derve ya Iraqê li ser serdana Wezîrê Karê Derve yê Iraqê ya ji bo Îranê daxuyaniyek nivîskî belavkir. Li gorî daxuyaniyê Fuad Husên peyamên serokwezîrê Iraqê yên li ser guhertinên dawî yên li herêmê, gihandiye rayedarên Îranê.
Li gorî daxuyaniyê Wezîrê Karê Derve yê Îraqê Fuad Husên li Îranê, bi serokkomar, Wezîrê Derve, Serokê Parlemanê û Sekreterê Konseya Bilind a Ewlekariya Neteweyî ya Îranê re civiyaye.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Fuad Husên peyama serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ya li ser guhertinên dawî yên li herêm gihandiye rayedarên Îranê. Herwiha behsa peywendiyên her du welatan û berfirekirina wan jî hate kirin.
Li gorî medyaya Îranê jî, rayedarên Îranê li ser hinek mijaran bi riya Fuad Husên nerazîbûna xwe gihandine Iraqê. bi taybet şehîdkirina serdar sipehbud Qasim Silêymanî li Iraqê bi destê hêzên terorîst ên Amerîkayê yek ji wan mijarên sereke ya nerazîbuna rayedarên Îranê ji dewleta Iraqê bû.
Roja 03.01.2020 Fermandarê berê yê Supaya Quds a Supaya Pasdarên Înqilaba Îslamî ya Îranê serdar sipehbud Qasim Sulêymanî û Cîgirê Serokê Desteya Heşda Şeibî Ebu Mehdî Muhendis, li nêzikiya balafirgeha Navdewletî ya Bexdayê di êrişa firokeyên bêpîlot ên hêzên terorîst ên Amerîkayê de hatibûn şehîdkirin. Şehîd serdar Silêymanî ser deweta fermî ya rayedarên Iraqê çûbû vî welatî.