Îlon 28, 2020 11:43 Asia/Tehran
  • Gendom Biryan li Kevîra Şehdadê; Germtirîn nuqteya erdê li Îranê

Îran ji ber cihêrengiya rewşa hewa û erdnigariyê wek bihîşta geştyaran hatiye naskirin û nuqteya herî germ û bi tîn a erdê li Îranê û di 83 kîlomitirya bajarê Kirmanê li parêzgeha Kirmanê ye.

Navçeya Gendom Biryanê (Gendom: genim; Biryan: Biraştî) li kêleka best û kevîra Lûtê li Kirmanê û di rûbereke pêkhatî ji 480 kîlomitrên çarkunc li rojhilata Rûbara Şûr da cih girtiye û 83 kîlomitran ji Kirmanê dûr e. Li gorî nûçeyên herî dawî, NASA'yê bi lêkolînên xwe yên bi riya setlaytan navê Gendom Biryanê di serê lîsteya nuqteyên herî germ û bi tîn a cîhanê da nivîsandiye.

Nemaze di demsala havînê germahiya Gendom Biryanê digihêje 71 pileyî. Bi rojê mirov nikare here wê derê û tenê di bihar û zivistanê mirov dikare biçe wir.

Tê gotin ku heta germahiya bi pileya 90î jî li Gendom Biryanê hatiye tomarkirin.

Bajarê herî nêzik li Gendom Biryanê, Şehdad e. Şêniyên Şehdadê dibêjin navê Gendim Biryan ji ber vê yekê lê hatiye kirin ku li kêleka Cadeya Hevrîşimê bûye. Di heyama salê da gelek karwan ji wir derbas dibûne û di demsalên germ da bi çavên xwe dîtine ku genimên wan ji ber germahiya zêde, hatine biraştin.

 

Serepeyv