Îlon 27, 2020 23:56 Asia/Tehran
  • Îran-Zêde ji 3 hezar kesên din bi Koronayê ketin û 195 nexweşên Koronayî jî can dan

Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê îro yekşemê ragihand ku di 24 saetên dawiyê de zêde ji 3 hezar kesî bi Koronayê ketine û 207 nexweşên koronayî jî can dan.

Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê Dr. Sîma Sadat Larî îro derbarê amara herî dawiyê ya Koronayê li Îranê ragihand: Di 24 saetên borî de testa koronayê ya 3 hezar û 362 kesên din pozetîv derketiye ku ji wan derdora hezar û 377 kes di nexweşxanê de hatin razandinê û yên din piştî tedawî û dermankirinê çûn malên xwe. Bi van pêketiyan ve jimara kesên ku heya niha bi vîrusa koronayê ketine gihêştiye  446 hezar û 448 kesan.

Dr. Larî herwiha got: Heyf û mixabin di mideha 24 saetên dawiyê de 195 nexweşên Koronayê can dane û hejmara kesên ku heya niha ji ber vê nexweşiyê jiyana xwe ji dest dane gihêştiye 25 hezar û 589 kesan.

Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê herwiha got ku heya niha 374 hezar 107 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegerîne ser malên xwe.

Hejmara kesên ku heya niha li cîhanê bi vîrusa Koronayê ketine ji 33 milyon kesan derbas bûye ku ji wan derdora milyonek kesî jiyana xwe ji dest dane û  zêde ji 24 milyon kes jî baş bûne û vegeriyane ser mal û jiyana xwe.

Serepeyv