Li ser sînorê Îran û Iraqê 2 sînorvanên îranî di encama pevçûna bi terorîst û şerûdan re şehîd bûn
Di encama şer û pevçûna li hemberî terorîst û şerûdan de du sînorvanên Komara Îslamî ya Îranê li ser sînorê hevpar ê Îran û Iraqê li başrê rojavayê welêt şehîd bûn.
Li gor IRNA, serdar sertîp Lutfelî Pakbaz fermandeyê sînorvaniya parêzgeha Xûzistanê ya Îranê got: Duh berêvarê qayiqeke gera deryayî ya sînorvaniyê di nav avên Hurulezîmê mijûlî gera xwe ya çavdêriyê bûn ku şerûdên çekdar ber bi wan gule reşandin û şer û pevçûn çê bû ku di encamê de 2 sînorvanên îranî şehîd bûn û yek jî birîndar bû û ew rakirin nexweşxanê.
Serdar sertîp Lutfelî Pakbaz herwiha got ku çerûdên çekdar jî hin kuştî û birîndar dan û xisar gihêşte wan ku hîn tesbît nebûye û piştî bidestketina agahî û hurgiliyan wê nûçeya wê ji riya medya fermî were weşandin.
Fermandeyê sînorvaniya parêzgeha Xûzistan desnîşan kir ku şehîdbûn ji ewladên egîd ên Komara Îslamî re şanazî û serbilindî ye û di dewamê de got: Hêzên sînorvaniyê ti caran nahêlin ku mirovên şerûd û terorîst û qaçaxçî ziyanê bigihîne ewlehiya sînorên me û gelê me.