Îlon 26, 2020 10:38 Asia/Tehran
  • Havêja dudukî ya mûşeka Reid-500 a Sipahê Pasdaran hat nimandin

Havêja (Lançer) dudukî ya Mûşeka reid-500 a Hêza Hewafeza ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî di Nîşangeha Hefteya Berevaniya Pîroz li Têhranê da hat nimandin.

Li gorî rapora roja şemiyê ya IRIB Newsê, Mûşeka bi ardûya hişk a Reid-500ê ku Sibata 2020î di Hêza Hewafeza ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî da hat nimandin, ji mûşekên çêkirî li Komara Îslamî ya Îranê ye ku bi teknolojiyên weke bikaranîna dorhêla kerbonî û pêşbira nû ya Zehîr bi leşê ne-metal û kampozîtê hatiye berhemanîn.

Bikaranîna rişteyên Kerbonê di çêkirina leşê vê mûşekê da, dibe sebeb ku Reid-500 zext û guvaşa kêliyên destpêkê yên avêtinê tehemul bike û li gorî lêzanînên weşandî, dikare di fişara 100 Bar û germahiya 3000 da biebite.

Her wiha bikaranîna vê teknolojiyê yanî leşên ne-metal û kampozîta Kerbonê, dê alîkariyeke zehf jibo kêmkirina rûvekên ku radar dikare bişopîne bike û ev yek dibe sebeb ku mûşek bi rihetî ji pergalên berevaniya mûşekî derbas bibe.

Serpişkiya din a riştyên Kerbonê, sivikkirina mûşekê ye ku dibe sebeba lezgînbûna wê û di mûşeka Reid-500ê da birra wê jî zêde dike; Bi awayekî ku ev mûşek li bercî mûşeka Fatih-110ê ku leşê wê ji metalê ye, giraniya wê heta nîvî kêm bûye û birra wê jî bi zêdebûneke 200 kîlomitrî, gihîştiye 500 kîlomitrî.

 

Serepeyv