Îlon 24, 2020 20:27 Asia/Tehran
  • Lavrov: Moskova daxwaza Amerîkayê jibo qutkirina hevkariyan tev Îranê cih nayne

Wezîrê karên derve yê Rûsiyê got: Rûsiye daxwaza Amerîkayê jibo qutkirina hevkariya bi Îranê ra naşopîne.

Sêrgêyî Lavrov, Wezîrê karên derve yê Rûsiyê roja Pêncşemiyê piştî hevdîtina bi Muhemed Cewad Zerîf, Wezîrê karên derve yê Îranê, di konferansa çapemeniyê bi hebûna nûçegihanan ragihand: Mosko û Têhranê dil hene tevî hebûna boykotên Amerîkayê hevkariyên xwe yên ticarî berfireh bikin.

Wezîrê karên derve yê Rûsiyê got: Hewildana Amerîkayê jibo vegerandina boykotên Konseya Ewlehiyê dijî Îranê tu asoyeke xwe tune.

Lavrovî got: Mosko û Têhranê hewildanên Amerîkayê jibo sepandina boykotên bêsînor ên çekdariyê dijî Îranê jî bi awayekî ciddî red dikin.

Wezîrê karên derve yê Rûsiyê destnîşan kir: Mosko daxwaza xurtkirina pêwendiyên ticarî û sermiyandanînê digel Îranê dike.

Wezîrê karên derve yê Îranê jî tevî amajeya bi têkçûna Amerîkayê di Konseya Ewlehiyê da got: Daxwaza Amerîkayê jibo vegeriyana biryarnameyên berê dijî Îranê tûşî dijayetiya civaka cîhanî hat û ev işkesta herî mezin a Amerîkayê ye..

Zerîf hêvîdarî kir: Cotmeha 2020î ku Rûsiye dê bibe serokê Konseya Ewlehiyê, li hemberî tevgerên neqanûnî yên Amerîkayê were sekinîn û baweriya bi Kosneya Ewlehiyê were parastin.

 

Serepeyv