Divê Trump ji ber ku îtiraf kiriye rayedarekî fermî yê welatekî din qetl kiriye were mehkemekirin
Berdevkê Civata Parêzvan a Qanûna Bingehîna Îranê desnîşan kir ku îtirafkirina bi kuştin û qetilkirinba rayedarekî fermî yê welatekî din ji aliyê serokomarê Amerîkayê, pêwîst dike ku dadgeheke bêteref wî kesê ku îtirafkiriye mehkeme bike.
Serokomarê Amerîkayê Donald Trump duh li axivtina xwe ya vîdeoyî li merasima 75 saliya rûniştina serokên welatên endam ên Rêxistina Neteweyên Yekgirtî (NY) terorkirina serdar sipehbud Qasim Silêmanî fermandeyê şehîd ê Hêza Quds a Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî ya Îranê ji dewleta Amerîkayê re wek şanaziyek da zanîn.
Berdevkê Civata Parêzvan a Qanûna Bingehîna Îranê Ebas Kedxudayî îro li rûpela xwe ya Twitterê de bal kişand ser gotinên Trump û got: Îtirafkirina bi qetilkirina rayedarekî fermî yê welatekî din ne tenê nabe sedema şanazayî û serbilindiyê belkî ji ber vê kiryara bêşermiyê divê ku mekemeyeke cidî û bê teref jê re pêk were da ku ji vê şûênda kesek bi desw û dozên derew û pêç û bi bikaranîna terorîsma dewletî dest navêje qetil û cinayetê.
Serdar sipehbud Qasim Silêmanî fermandeyê Hêza Quds a Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî ya Îranê li 3 Çileya 2020 ser deweta fermî ya rayedarên iraqî sefera Iraqê kiribû ku di encama êrişa balafirên hêzên terorîst ên Amerîkayê li nêzîkiya Balafirgeha Bexdayê de şehîd bû.