Îlon 19, 2020 19:33 Asia/Tehran
  • Pileya yekem a Îranê li vekolandin û peydakirina herî mezin a neftê

Rêveberê vekolandin û peydakirinê yê şîrketa neteweyî ya nefta Îranê got: Ji her 20 vekolandin û peydakirinên li cîhanê, kişfkirina yekem û sêyem a Komara îslamî ya Îranê ye ku yek ji wan meydana gazê ya Eremê bi zirûfa bi qasî 2.7 milyar bermîla neftê ye ku bi dest dikeve, her wiha meydana neftê ya Namaweran jî bizirûfa 2.2 milyar bermîl di pileya sisyan de ye.

 Rêveberê Vekolandin û Kişfkirinê yê şîrketa neteweyî ya nefta Îranê, seyd Salih Hindî li civîna rojnamevaniyê bal kişand  ser bidestxistina pileya yekem a vekolandin û keşfkirina meydanên neft û gazê ji aliyê Îranê li cîhanê û got:  keşfkirina yekem helqeyê li pêşeya neftê ya Îranê ye ku  ji wan karên taybet bi rîska zêde û xebitandina sermaya  zêde  tê hesabê. 

  Rêveberê Vekolandin û Kişfkirinê yê şîrketa neteweyî ya nefta Îranê her wiha got: Sala 2019`an hemî şîrketên mezin ên neftê li cîhanê rastî kêmbûna çavkaniyên neftê li beşa vekolandin û kişfkirinê hatin, lê îsal sala serketina Îranê bû û li gor amara saziya Wûdmekênziyê,  Îranê pileya ewil a vekolandin û kişfkirinê meydanên neft û gazê bi dest xist. 

  Rêveberê Vekolandin û Kişfkirinê yê şîrketa neteweyî ya nefta Îranê got: Li gor  vê amarê, sercem 600 bîr li cîhanê hatine kolandin û 220 meydanên nû li vê operasyonê hatine keşfkirin. Wî destnîşan kir: Ji 20 vekolandinan li cîhanê, vekolandina ewil  û sisyan yên Komara Îslamî ya Îranê bûne ku yek ji wan meydana gazê ya  Eremê  bi  zirûfa 2.7 milyar bermîl û meydana neftê ya Namaweran a Îranê jî bi zirûfa 2.2 milyar bermîla neftê di pila sisyan de ye. 

Serepeyv