Ruhanî bijartina Sûga Yûşîhîdê wek serokwezîrê Japonyayê lê pîroz kir
Serokê Komara Îslamî ya Îranê bijartina Sûga Yûşîhîdê wek serokwezîrê Japonyayê lê pîroz kir û hêvîdariya xwe diyar kir ku pêwendiyên dostane yên di navbera Îran û Japonyayê de û hevkariyên wan ên dualî di mijarên curbicur de bi taybet di mijarên aborî û ticarî de zêde ji berê berfire bibin.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Ruhanî îro di peyama xwe de ji bo Sûga Yûşîhîdê bijartina wî wek serokwezîrê Japonyayê lê pîroz kir û di vî halî de qedirzanî û sipasiya serokwezîrê berê yê Japonyayê Abê Şînzo kir û diyar kir: Ji ber hevdîtin û muzakireyên berdewam di navbera rayedarên du welatan bi taybet ên di sala 2019 de li 90 saliya damezrîna pêwendiyên dualî yên siyasî, bû sedema vebûna qonaxeke nû di warê berfirebûna zêdetir a van pêwendî û hevkariyan li mijarên ku du welat dixwazin.
Ruhanî herwiha desnîşan kir ku siyaseta Komara Îslamî ya Îranê hertm li gor pêşvebirina aştî û ewlehiyê û hurmeta dualî û sekinîna ser soz û peymanên navneteweyî ava bûye. Wî herwiha hêvîdariya xwe diyar kir ku şêwirkarî û alîkariyên du welatan herwek berê di warê meselên navçê û cîhanê de berdewam bikin.
Sûga Yûşîhîdê roja duşemê wek rêberê partiya Lîberal Demokrat ya serdest hat bijartin û roja çarşemê jî parlemana Japonyayê ew wek serokwezîr bijart.