Welayetî: Plana Danûstandina Sedsalê niqaba Durûtiyê ji rûyê sazişgeran avêt
Sêkrêtirê giştî yê Komcivîna Cîhanî ya Hişyariya Îslamî tevî pêgiriya li ser vêya ku Filistîn, mijara herî bingehîn a Cîhana Îslamê ye, got: Plana danûstandina Sedsalê niqaba Durûtiyêl ji rûyê istikbarî yê sazişger û sazişxwazan wêda da.
Elî Ekber Welayetî, Sêkrêtirê giştî yê Komcivîna Cîhanî ya Hişyariya Îslamî berêvara Çarşemiyê di Sêzdehemîn civîna Konseya Bilind a Komcivîna Cîhanî ya Hişyariya Îslamî ku bi awayê înternetî û bi beşdariya komeke berpirs, zana, ramanwer, mamosteyên zzanîngehê û bijardeyên Cîhana Îslamê hat lidarxistin, got: Dijminên Berxwedana Îslamî di asta navçeyî û navneteweyî da di dehikên dawiyê senaryoyên cûrbecûr jibo parastina berjewendiyên istikbarî û koldedariya xwe cih anîne.
Welayetî nîv sedsal berxwedan û 50 sal sazişkariya neberanber hokara pêkhatina du nêrînên Sazişkarî û Berxwedanê li navçeyê zanî û got: Piştî têk çûna ereban di şerê 6 rojî ji Israîla dagirker, bi dehan gotûbêj û civîna sazişkariyê navbera ereban û Rêjîma Siyonîst bi meydandariya Amerîkayê qerwimîne û di hemî gotûbêjan da ne tenê tu destkeftek jibo gelê bindest ê
Filistînê tunebûye, belkê encam berovajî bûye.
Sêkrêtirê giştî yê Komcivîna Cîhanî ya Hişyariya Îslamî di dewamê da tevî amajeya bi rewşa hestyar û komployên aşkira û nihênî yên dijminên Îslamê, li ser rola bêmînak û bibandor a bijarde û ramanweran di ronkirina raya gişt ya civatên îslamî û mirovî pêgirî kir.
Welayetî her wiha helwêsta zelal û vebirr a ramanwerên Cîhana Îslamê û azadîxwazan nderbarê ronkirin û besîretdanê derbarê aliyên nihêînî û niyetên rasteqîn ên plana qirêj a amerîkî- siyonîstî ya Danûstandina Sedsalê û asayîkirina pêwendiy hin dewletên erebî digel qatilên xwe û gelê bindest ê Filsitînê, piştgiriya ji hereketa Bereya Berxwedanê û têkoşîna dijî koledaran daxwaza kir.