Xebata serketî ya Mûşeka jîr a dij-Zirêh û Dûrbirr a "Şefeqê" di şerezmûna Artêşa Îranê da
Şiyana Mûşeka jîr a dij-Zirêh û Dûrbirr a "Şefeqê" di şerezmûna Baregeha çarem a Hewanîrûz a Artêşa Komara Îslamî ya Îranê li Isfehanê (navenda Îranê) hat nîşandan.
Li gorî rapora IRNAyê, Emîr sertîp Seyid Qasim Xamûşî, Fermandarê Baregeha çarem a Hewanîrûz a Artêşa Komara Îslamî ya Îranê roja Sêşemiyê got: Di şerezmûna (meşqa şêrr) a Baregeha çarem a Hewanîrûza Artêşê da, Mûşeka jîr a dij-Zirêh û Dûrbirr a "Şefeqê" mikemilê hejmara pirr a roketan û agirê topxaneyên nuqtejen ên 2mm hat bikaranîn.
Sertîp Xamûşî her wiha got: Di vê şerezmûnê da, rêbazên şerê nûjen di bilindahiyan da hat temrînkirin û alavên helîkopterî, destkeft û çekên nû hatin bikaranîn û xxebitandin.
Baregeha çarem a Hewanîrûza Artêşa Îranê li Isfehanê ji mezintirîn baregehên Hewanîrûz ên Rojavaya Asyayê ye ku bi Cîhana Pêşeyî kariye şiyana xwe ya helîkopterî li gorî asta gefan biroj bike.