Nûnerê Hemasê li Têhranê: Berxwedan tena rêya serketina miletan li hemberî Istikbarê ye
Nûnerê Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (Hamas) li Têhranê got: Rêkara serketinaa miletan li hemberî Amerîka û zorbêjiya cîhanî, mentiqa berxwedanê û yekîtiya tev Umeta Îslamî ye.
Xalid Qudûmî, Nûnerê Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (Hamas) li Têhranê roja Duşemiyê di Komcivîna Navneteweyî ya ya Bereya Cîhanî ya Şebab ul-Muqaweme li bajarê Qumê li başûrê Têhranê, got: Rêjîma Siyonîst bi kiryara xwe ya asayîkirina pêwwendiyan tev welatên erebî, gelê van welatan daye hemberî xwe.
Xadil Qudûmî got: Welatên ku roja îro pêwendiyên xwe digel Rêjîma Siyonîst asayî kirine, xayînên li Umeta Îslamê ne.
Nûnerê Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (Hamas) li Têhranê bi gotin avêya ku asayîkirin û têkiliya welatên erebî tev Israîlê dê demeke zêde nedome, destnîşna kir: Asayîkirina pêwendiyên Imarat û Behreynê digel Israîlê dê tu sûdekê ji bilî xisarên madî jibo serokên van welatan neyne.