Îlon 15, 2020 00:22 Asia/Tehran
  • Zerîf: Trump bi bêçaretî li dû wergirtina wêneyeke hilbijartinî ye

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê Muhemed Cewad Zerîf bal kişande ser hewldanên Amerîkayê bona asayîkirina pêwendiyên Rejîma Siyonîstî bi hin welatên erebî yên navçê û diyar kir: Serokomarê Amerîkayê Donald Trump bi bêçaretî li dû wergirtina wêneyeke hilbijartinî ye .

Z

erîf îro li rûpela xwe ya Twitterê de bi bîr xist ku zavayê Trump bi tirsandina muşteriyên Amerîkayê yên navçê, wan neçar dike da ku bi Trump re wêneyeke hilbijartinê bikişînin.

Zerîf bal kişande ser vê yekê ku meseleke ber bi çav heye û desnîşan kir: Ev Lihevkirinên Aştiyê ne ku di navbera dijminan belkî ew di nav hevpeyman û hevgirtiyên berê û kevin tên îmzakirin: Eva çi guhertin û geşedaneke dîplomatîk e! ku divê em çav li rê jî bimînin.

Jared Kushner zavayê Trump û şêwirkarê wî yê derecebilind di despêka vê meha Îlonê de sefera Erebistan, Qeter, Behreyn û Umanê kir da ku wan qayil bike ku asayîkirina pêwendiyên xwe bi Rejîma Siyonîstî re eşkera û fermî bikin.

Heya vê demê Îmarat û Behreynê sanahîkirina pêwendiyên xwe bi Rejîma Siyonîstî re eşkera kirine, eva di rewşekê de ye ku berî viya jî wan bi dizî pêwendiya bi Rejîma Siyonîstî re hebûn û di vî warî de ji wan welatên ku her ji despêkê ve li doza Filistînê xiyanet kirine dihatin hisabê.  

Serepeyv