Îlon 14, 2020 20:09 Asia/Tehran
  • Zêde ji 348 hezar pêketiyên Koronayê li Îranê ji belaya vê vîrusê filitîn

Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê îro duşemiyê bal kişand ser başbûna zêde ji 148 hezar pêketiyên Koronayê li welêt û ragihand ku di 24 saetên dawiyê de zêde ji 2 hezar û 600 kes bi Koronayê ketine.

Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê Dr. Sîma Sadat Larî îro derbarê amara herî dawiyê ya Koronayê li Îranê ragihand: Di 24 saetên borî de testa koronayê ya 2 hezar û  619 kesên din pozetîv derketiye ku hezar û 382 kes li nexweşxanê hatin razandin û yên din dermana sivik dîtin û vegeriyan malê da ku li wir heya pakbûnê li qerentînê bimînin.

Dr. Larî got ku bi van pêketiyan ve jimara kesên ku heya niha bi vîrusa koronayê ketine gihêştiye  404 hezar û 648 kesan.

Dr. Larî herwiha got: Heyf û mixabin di mideha 24 saetên dawiyê de 156 nexweşên Koronayê can dane û hejmara kesên ku heya niha ji ber vê nexweşiyê jiyana xwe ji dest dane gihêştiye 23 hezar û 313 kesan.

Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê herwiha got ku heya niha 348 hezar 13 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegerîne ser malên xwe.

Hejmara kesên ku heya niha li cîhanê bi vîrusa Koronayê ketine ji 29 milyon kesan derbas bûye ku ji wan zêde ji 92+ hezar kesî jiyana xwe ji dest dane û nêzî 21 milyon kes jî baş bûne û vegeriyane ser mal û jiyana xwe.

Serepeyv