Îlon 12, 2020 23:01 Asia/Tehran
  • Derdora 345 hezar pêketiyên Koronayê li Îranê ji belaya vê vîrusê filitîn

Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê îro şemiyê bal kişand ser başbûna derdora 145 hezar pêketiyên Koronayê li welêt û ragihand ku di 24 saetên dawiyê de zêde ji 2 hezar kes bi Koronayê ketine.

Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê Dr. Sîma Sadat Larî îro derbarê amara herî dawiyê ya Koronayê li Îranê ragihand: Di 24 saetên borî de testa koronayê ya 2 hezar û  139 kesên din pozetîv derketiye ku hezar û 138 kes li nexweşxanê hatin razandin û yên din dermana sivik dîtin û vegeriyan malê da ku li wir heya pakbûnê li qerentînê bimînin.

Dr. Larî got ku bi van pêketiyan ve jimara kesên ku heya niha bi vîrusa koronayê ketine gihêştiye  399 hezar û 940 kesan.

Dr. Larî herwiha got: Heyf û mixabin di mideha 24 saetên dawiyê de 116 nexweşên Koronayê can dane û hejmara kesên ku heya niha ji ber vê nexweşiyê jiyana xwe ji dest dane gihêştiye 23 hezar û 29 kesan.

Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê herwiha got ku heya niha 344 hezar 516 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegerîne ser malên xwe.

Hejmara kesên ku heya niha li cîhanê bi vîrusa Koronayê ketine ji 28 milyon kesan derbas bûye ku ji wan zêde ji 920 hezar kesî jiyana xwe ji dest dane û nêzî 21 milyon kes jî baş bûne û vegeriyane ser mal û jiyana xwe.

Serepeyv