Îlon 11, 2020 21:16 Asia/Tehran
  • Zêde ji 342  hezar pêketiyên Koronayê li Îranê ji belaya vê vîrusê filitîn

Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê îro Înê bal kişand ser başbûna zêde ji 142 hezar pêketiyên Koronayê li welêt û ragihand ku di 24 saetên dawiyê de zêde ji 2 hezar kes bi Koronayê ketine.

Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê Dr. Sîma Sadat Larî îro derbarê amara herî dawiyê ya Koronayê li Îranê ragihand: Di 24 saetên borî de testa koronayê ya 2 hezar û  313 kesên din pozetîv derketiye ku hezar û 253 kes li nexweşxanê hatin razandin û yên din dermana sivik dîtin û vegeriyan malê da ku li wir heya pakbûnê li qerentînê bimînin.

Dr. Larî got ku bi van pêketiyan ve jimara kesên ku heya niha bi vîrusa koronayê ketine gihêştiye  397 hezar û 801 kesan.

Dr. Larî herwiha got: Heyf û mixabin di mideha 24 saetên dawiyê de 115 nexweşên Koronayê can dane û hejmara kesên ku heya niha ji ber vê nexweşiyê jiyana xwe ji dest dane gihêştiye 22 hezar û 913 kesan.

Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê herwiha got ku heya niha 342 hezar 539 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegerîne ser malên xwe.

Hejmara kesên ku heya niha li cîhanê bi vîrusa Koronayê ketine ji 28 milyon kesan derbas bûye ku ji wan zêde ji 914 hezar kesî jiyana xwe ji dest dane û nêzî 20 milyon kes jî baş bûne û vegeriyane ser mal û jiyana xwe.

Serepeyv