Îlon 11, 2020 15:02 Asia/Tehran
  • Xetîbzade: Ji me re ne girîng e ku kî dibe serokomarê Amerîkayê

Berdevkê wezareta karên dervekê wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê got ku ji Îranê re ne girîng e ku kî dibe serokomarê Amerîkayê û eva Amerîka ye ku çendîn deh-salî ne ku li hilbijartinên welatên din ên wekî Îranê mudaxile dike.

Berdevkê wezareta karên dervekê wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê Seîd Xetîbzade îro îdiaya Microsoft derbarê vê yekê Hakerên îranî dixebitin bandorê li hilbijartinên serokomariya Amerîkayê bikin got: Amerîka ku bi xwe serkêşiya sîxoriya li dijî welatên din dike, ne li wê hedê ye ku îdiayên wiha bike.

Xetîbzadedesnîşan kir ku ji Tehranê renegirîng kî li Koşka Spî dibe serokomar , eva ku ji me re girîng e sekinîn û pêbendiya Waşîngtonê ser hiqûq û maf û qayide û qiraên navneteweyî û dest kişandina ji mudaxileya li karûbarên welatên din e û sekinîna ser pêsparte û sozdariyên xwe ye.

Şirîketa Microsoftê îdia kiriye ku Hakerên Rûsya, Çîn û Îranê hewldanê ji kesên pêwendîdarê hilbijartinên serokomariya Amerîkayê ya pêşerojê sîxoriyê bikin û bandorê li van hilbijartinan bike.

Serepeyv