Îlon 10, 2020 14:59 Asia/Tehran
  • Heta îro 10ê Îlonê; Zêde ji 341 hezar ji tûşbûyiyên Koronayê li Îranê baş bûne

Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi tûşbûna derdora 395 hezar û 448 kesî li Îranê bi Vîrûsa Koronayê ragihand ku heta niha 340 hezar û 842 kes ji tûşbûyiyan baş bûne.

"Sîma Sadat Larî", Seroka Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê roja Şemiyê tevî amajeya bi naskirina 2063 nexweşên nû di 24 saetên bihurî da, got:

"Heta niha li gorî pîvanên tekûz ên pêderxistinê, 395 hezar û 448 kes li Îranê bi Koronayê ketine."

Seroka Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê her wiha bal kişande ser candana 129 kesan di 24 saetên bihurî da û got:

"Hejmara goriyên Koronayê li Îranê gihîştiye 22 hezar û 798 kesî kesî."

Hejmara tûşbûyiyên bi Vîrûsa Koronayê li Cîhanê gihîştiye nêzikî 28 miliyon kesî.

Ji vê hejmarê 908 hezar kesan canê xwe ji dest dane û derdora 20 miliyon kes jî baş bûne.

 

 

Serepeyv