Îlon 10, 2020 11:17 Asia/Tehran
  • Qonaxa sereke ya Şerezmûna hevpar a Zolfeqar-99 li başûrê Îranê destpê bû

Qonaxa sereke ya Şerezmûna hevpar a Zolfeqar-99 a Artêşa Komara Îslamî ya Îranê bi dirûşmeya "Ewlehiya mayînde bi saya Iqtidara Berevaniyê" li başûrê Îranê destpê bû.

Qonaxa sereke ya Şerezmûna (meşa şêrr) hevpar a Zolfeqar-99 bi amadebûna hin yekîneyên Hêza deryayî, hewayî, pedafend û hêza bejahiyê ya Artêşa Îranê li navçeyeke bi berfirehiya du miliyon kîlomitrên çarkunc li nav avên rojhilata Tengava Hormuzê, peravên Mukranê, Deryaya Omanê û bakurê Oqyanûsa Hindê heta xolgeha 10 derece ya bakur ji îro Pêncşemiyê va destpê bû û dê heta sê rojan were domandin.

Emîr edmîral Hebîbullah Seyarî, Fermandarê Şerezmûna hevpar a Zolfeqar-99 a Artêşa Îranê roja Çarûemiyê tevî amajeya bi vêya ku ev şerezmûn di sê qonaxên serdestiya Itila'atî, takîtkî û Nîşandanan Hêzê da cih tê, got: Amûrên şêrr ên seravî, binavî, firrînê û beşeka alav û çekên heyî li saziya cengê ya Artêşa Îranê di vê şerezmûnê da beşdar in ku yên herî girîng beşdariya bihêz a binderyayiya xwecihî ya Fatih û firokeya bêfirokevan a îranî û dûrbirr a Sîmorxê ye.

Edmîral Seyarî kontrolkirin û dabînkirina ewlehiya navçeyê û avriyên navneteweyî ji armancên vê şerezmûnê da zanîn û got: Ewlehiya Rojavaya Asyayê û avriyên bingehîn û stratejîk ên wê girêdayî bi xwecihîkirina ewlehiyê bi beşdariya kêrhatî ya hemî welatên navçeyê û pêşîlêgirtin li serdestî  û hebûna biyaniyan û hêzên derve navçeyî li avên navçeyê ye ku Îranê di çar dehikên bihurî da hertim bi palpiştiya bi şiyana navxweyî û bikaranîna hêzên bawermend, sozdar û cewan li pey serêxwegirtina vî karê girîng bûye.

 

Serepeyv