Îlon 07, 2020 23:22 Asia/Tehran
  • Ruhanî: Gelê Îranê xwe li ber zorbêjên amerîkî natewînin

Serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Ruhanî bal kişand ser ambargo û boykotên zalimane û neadilane yên Amerîkayê li dijî Tehranê û got: Gelê Îranê li ber zorbêjî û zordestiya qaweteke îstikbarî xwe natewîne.

Ruhanî îro li hevdîtina wezîrê karên derve yê Swîsrayê Ignazio Cassis li Tehranê anî ziman ku pîvana pêwendiyên welatan divê li gor qayide û qirarên navneteweyî û biryarnamên Konseya Ewlehiyê ya NY bibe û di dewamê de got: Amerîka bi salan e ku dixebite Komara Îslamî ya Îranê tune bike û ji wê demê hertim di karûbarên welatê me mudaxile dike.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê desnîşan kir ku Îran hertim pêbendî peyman û rêketinnamên navneteweyî bûye û bi bîr xist: Her roj ku amerîkî dev ji şaşitiyên xwe berdin û vegerin ser biryarnama 2231 a Konseya Ewlkehiya NY û Peymana Navokî, rê ji wan re vekirî ye.

Ruhanî herwiha bal kişand ser hincinayetên amerîkiyan yên wekî ambargo û şerê aborî li dijî Komara Îslamî û got: Welatên dost û heval û ên azad li cîhanê qet li ber terorîsm û kiryarên neqanûnî ên Amerîkayê bê deng namînin.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê herwiha diyar kir ku em hêvîdar in di rewşa pandemiya Koronayê, welatên ewropî li ber terorîsma aborî ya Amerîkayê, pêngaveke pratîk rake û em hêvîdar in Kanala Malî a Swîsrayê zûtir were bikaranîn.

Wezîrê karên derve yê Swîsrayê Ignazio Cassis di vê hevdîtinê de bal kişand ser sed saliya pêwendiyên siyasî û dîplomatîk  ên du welatan û pêwendiyên Îran û Swîsrayê di rewşeke pir baş û dostane da zqanîn û xwest ev pêwendiyana zêde ji berê berfire bibin.

Wezîrê karên derve yê Swîsrayê bal kişand ser girîngiya berçavgirtina qayide û qirar û qanûnên navneteweyî ji aliyê gişt welatan û got: Kanala Malî ya Swîsrayê ji bo jiholêrakirin û  çareseriya berbend û pirsgirêkên ser riya Peymana Navokî yên çêbûyî ji ber boykotên Amerîkayê hatiye amadekirin û Swîsra ji bo ku ev kanala bigihêje hedefên xwe çi ji dest wê were wê bike.

Serepeyv