Îlon 07, 2020 22:28 Asia/Tehran
  • Rûniştina Konseya Bilind a Pêwendiyên Stratejîk ên Îran û Tirkiyê bi beşdariya Ruhanî û Erdogan

Rûniştina şeşan a Konseya Bilind a Pêwendiyên Stratejîk ên Îran û Tirkiyê wê sibê bi beşdariya serokomarên du welatan bi riya Vîdeo-Konferansê were lidarxistin.

Alîkarê ragihandin û pêwendiyan ê ofîsa serokomariya Îranê Elî Reza Muezî ragihand ku serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Ruhanî û serokê Komara Tirkiyê Receb Teyib Erdogan sibê wê li rûniştina şeşem a Konseya Bilind a Pêwendiyên Stratejîk ên Îran û Tirkiyê, bernamên berfire yên Tehran û Enqerê ji bo despêkirina demsaleke nû di warê pêwendiyên du welatan bidin ber niqaş û şopandinê.

Muezî herwiha got: Îran û Tirkiye bi biryar in pêwendiyên xwe yên stratejîk di gişt waran ên wekî aborî û ticarî de berfire û zêde bikin.

  Li gor vê raporê hilkolandina riyên berfirekirina hevkariyan bi taybet di warê rawestana li ber berbelavbûna Koronayê  de û bandora wê ser hevkariyên du welatan ji babetên din e ku li rûniştinê de tê hilkolandin.

Serepeyv