Îlon 07, 2020 15:39 Asia/Tehran
  • Salvegera serhildana 17 Şehrîwera ya gelê Îranê li dijî Rejîma Pehlewî

Îro duşem salvegera serhildana gelê Îranê li dijî Rejîma Dîktator a Şahê Pehlewî di 17 Şehrîwera 1357 ya Koçiy Tavî (8 Îlona 1978) de ye. Di wê rojê de hêzên Rejîma Pehlewî gelek kes ji xelkê nerazî û bê çek ê Îranê şehîd û birîndar kirin.

Bûyera 8 Îlona 1978 li Îranê bi navê "Îna Reş" tê nasîn û li dîroka serhildana gelê Îranê li hemberî Rejîma Şah wek "Tevkujiya 17 Şehrîwerê" hatiye binavkirin. Ev bûyera li têkbirina Rejîma Dîktator a Şhahê Pehlewî li Îranê pir bi bandor bû û eva bû despêka serketina Înqilaba Îslamî li Îranê.

Qirkirina xwenîşanderên Tehranê li meydana Şuheda (Jaleya berê) bi destê hêzên Rejîma Şah bû sedema bêzariya zêde ji vê Rejîmê û eva bû baîs ku karmend û kerkerên beşên curbicur ên dewletî dev ji kar berdin û bikevin nav refên neraziyan û berdewamiya van nerizamendiyan xêmên Rejma Pehlewî sist û lawaz kir û aqubet bû sedema hilweşiyana wê rejîmê..

Rêberê Mezin ê Înqilaba  Îslamî Hz. Îmam Xumeynî (RE) piştî bûyera 17 Şehrîwerê ji xelkê Îranê re du peyam şandin û ji ber şehîdbûna hejmarek ji xelkê Îranê di wê rojê de ji malbetên şehîdan û gelê Îranê re ser saxî xwest û mizgînî da gelêê şoreşvan ê Îranê ku serketin nêzîk e.

Her sal ji bo bîranîna şehîdên 17 Şehrîwerê di vê rojê de li Îrana Îslamî merasimên taybet li dar dikevin.

Serepeyv