Dewra yekem a gotûbêjên wezîrên derve yên Îran û Swîsrayê
Di dewra yekem a gotûbêjên wezîrên derve yên Îran û Swîsrayê deli Tehranê bi rê ve çû.
Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê Muhemed Cewad Zerîf û wezîrê karên derve yê Swîsrayê Ignazio Cassis di dewra yekem a gotûbêjên xwe de derbarê meselên curbicur ên pêwendîdarê du welatan û navçê û cîhanê axivtin.
Wezîrê karên derve yê Swîsrayê Ignazio Cassis şeva şemiyê gihêşte Îranê û li despêka sefera xwe sefera parêzgeha Îsfehanê kir.
Cassis piştî sefera xwe ya Îsfehanê vegeriya Tehranê û roja yekşemê li despêka bernamên xwe yên fermî bi serokê meclisa Îranê ya Şêwra Îslamî Muhemed Baqir Qalîbaf re hevdîtin pêk anî û pê re gotûbêj kir.
Wezîrê karên derve yê Swîsrayê herwiha duh li Koşka Nigaristanê ya Tehranê nîşangeha sed saliya pêwendiyên dîplomatîk ên Îran û Swîsrayê ve kir û karê wê da despêkirin.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê Seîd Xetîbzade berî viya derbarê mijarên sereke yên muzakireyên wezîrê derve yê Swîsrayê diyar kir, şêwirkarî û gotûbêjên du alî wê derbarê meselên hevbeş yên dualî, navçeyî û navneteweyî bibe. Cassis herwiha wê derbrê kanala malî ya Swîsrayê jî bi rayedarên îranî re biaxive.