Îlon 06, 2020 23:55 Asia/Tehran
  • Derdora 334 hezar pêketiyên Koronayê li Îranê ji belaya vê vîrusê filitîn

Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê îro yekşemê bal kişand ser başbûna nêzîkî 334 hezar pêketiyên Koronayê li welêt û ragihand ku di 24 saetên dawiyê de nêzî 2 hezar kes bi Koronayê ketine.

Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê Dr. Sîma Sadat Larî îro derbarê amara herî dawiyê ya Koronayê li Îranê ragihand: Di 24 saetên borî de testa koronayê ya hezar û 992 kesên din pozetîv derketiye ku 905 kes li nexweşxanê hatin razandin û yên din dermana sivik dîtin û vegeriyan malê da ku li wir heya pakbûnê li qerentînê bimînin.

Dr. Larî got ku bi van pêketiyan ve jimara kesên ku heya niha bi vîrusa koronayê ketine gihêştiye  386 hezar û 658 kesan.

Dr. Larî herwiha got: Heyf û mixabin di mideha 24 saetên dawiyê de 139 nexweşên Koronayê can dane û hejmara kesên ku heya niha ji ber vê nexweşiyê jiyana xwe ji dest dane gihêştiye 22 hezar û 293 kesan.

Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê herwiha got ku heya niha 333 hezar 900 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegerîne ser malên xwe.

Hejmara kesên ku heya niha li cîhanê bi vîrusa Koronayê ketine ji 27 milyon kesan derbas bûye ku ji wan zêde ji 884 hezar kesî jiyana xwe ji dest dane û nêzî 20 milyon kes jî baş bûne û vegeriyane ser mal û jiyana xwe.

Serepeyv