Rêxistina Enerjiya Atomî ya Îranê: Xirabkarên Navenda Atomî ya Netenzê hatin nasînê
Berdevkê Rêxistina Enerjiya Atomî ya Îranê ragihand ku sebebkarê xirabkariya li navenda Netenzê û hegera kiryra wan hat nasîn û tesbîtkirin.
Ajansa Nûçeyan a Tesnîmê ragihand ku berdevkê Rêxistina Enerjiya Atomî ya Îranê Behrûz Kemalwendî derbarê vê yekê ku mûhtemel e lêgerên Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî sîxor bibin got: Ji bilî lêgeran, divê were gotin ku gelek êrişên sayberî li dijî me pêk hatine ku me bi caran ew têk birine. gelek xirabkariyên senetî û pêşeyî jî li dijî me kirine û nîşangeheke me heye ji babetên zav ên xirabkariyên kku me keşif û peyda kirine. Ev babetana ew qas in ku em nikarin wan bavêjin ustiyê lêgeran, lê diqewme ku lêger jî di nav wan de bibe . Divê em pir hişyar bibin, herçend ku heya vê demê me bi hişyariya tam û çavdêriya tam tevgeriyaye.
Kemalwendî got: Bûyera ku li Netenzê qewmî heyf û mixabin karekî xirabkarane bû û hilkolandina bi hûrî û kûrî ya van bûyeran karê rêxistinên ewlekariyê ye, vêca gotina sereke di vê barê de divê ew bibêjin û lêkolîn ser vê yekê hîn berdewam dikin û heya ku ez pêhesyame sebebkarên vê yekê hatine naskirin û hegera vê yekê jî diyar bûye, lê ji ber ku hîn mesele tê hilkolandinê em nikarin zêdetir derbarê hûrgiliyan biaxivin.