Îlon 05, 2020 16:16 Asia/Tehran
  • Îran û Rûsiyê li ser dewama hevkariyên atomî teqezî kirin

Balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Rûsiyê û Alîkarê warê navneteweyê yê Kompaniya Rus Atomê li ser dewam û berfirehkirina hevkariyên du welatan di warê çalakiyên aştiyane yên atomî pêgirî kirin.

Li gorî rapora roja Şemiyê ya IRNAyê, Kazim Celalî, Balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Rûsiyê û Nîkolay Spaskî (Nikolay Spassky), Alîkarê warê navneteweyê yê Kompaniya Rus Atomê di hevdîtinekê dawîn rewşa hevkariyên atomî yên du welatan û pirsgirêkên heyî hilkolandin.

Celalî û Spaskî li ser dewama hevdîtin û hevkariyên Îran û Rûsiyê li hemberî tevgerên ne berpirsiyarane yên Amerêkayê derheqê Peymana Atomî pêgirî kirin.

Kompaniya Rus Atomê beşdarî avakirina yekîneya yekem a Hêzgeha Atomî ya Bûşêhrê bûye û di dema niha da jî yekîneyên duyem û sêyem ên vê hêzgehê bi beşdariya aliyê ûris di halê avakirinê da ye.

 

 

 

Serepeyv