Rûhanî: Komployên Koşka Sipî dijî Îranê têk çûne
Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Komplo û pîlanên Koşka Sipî wek xetayeke mezin a stratejîk, jibo teslîmkirina gel û dewleta Îranê sedî 100 têk çûne.
Hesen Rûhanî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê roja Pêncşemiyê di merasima behrewergirtina ji 3 projeyên neteweyî di warê Wezareta Hêz û Enêrjiyê da got: Behrewergirtina ji van projeyan di serdema boykotên herî giran û dijwar li dijî Îrana Îslamî hatine sepandin, nîşana berxwedan û hewildana berpirsan û hevrêtiya gel e.
Rûhanî got: Gelê Îranê dê nema teslîm bibe û pîlanên dijminan nekarî welêt ji riya geşepêdanê bihêle.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê her wiha bi gotina vêya ku pîlana Mekanîsma Maşeyê bi dijayetiya 13 endam ji 14 endamên Konseya Ewlehiyê ya NY hat redkirin, got: Işkesteke wiha di dîroka siyasî ya Amerîkayê bêmînak e û ev işkest ji ber berxwedana gelê Îranê bû.
Rûhanî di dewamê da bal kişande ser mijara Koronayê li Îranê û got: Tevî zextên ji ber boykotên dijî Îranê yên Amerîkayê, gelê Îranê bi berçavgirtina destûrkarên paqijî û tendurustiyê bi başî li hemberî vîrûsa xeternak a Koronayê li ber xwe da.
Merasima behrewergirtina ji 3 projeyên di warê Av û Enêrjiyê roja Pêncşemiyê bi awayê vîdyo konferans û bi amadebûna Serokê Komara Îslamî ya Îranê li parêzgehên Erdebîl, Kirmaşan û Azerbaycana Rojhilat hat lidarxistin.