Îlon 03, 2020 16:12 Asia/Tehran
  • Heta îro 3ê Îlonê; Zêde ji 328 hezar ji tûşbûyiyên Koronayê li Îranê baş bûne

Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi tûşbûna derdora 380 hezar û 746 kesî li Îranê bi Vîrûsa Koronayê ragihand ku heta niha 328 hezar û 595 kes ji tûşbûyiyan baş bûne.

"Sîma Sadat Larî", Seroka Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê roja Şemiyê tevî amajeya bi naskirina 1994 nexweşên nû di 24 saetên bihurî da, got:

"Heta niha li gorî pîvanên tekûz ên pêderxistinê, 380 hezar û 746 kes li Îranê bi Koronayê ketine."

Seroka Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê her wiha bal kişande ser candana 129 kesan di 24 saetên bihurî da û got:

"Hejmara goriyên Koronayê li Îranê gihîştiye 21 hezar û 926 kesî kesî."

Hejmara tûşbûyiyên bi Vîrûsa Koronayê li Cîhanê gihîştiye nêzikî 26 miliyon kesî.

Ji vê hejmarê 867 hezar kesan canê xwe ji dest dane û derdora 18 miliyon kes jî baş bûne.

 

 

Serepeyv