Îlon 03, 2020 13:48 Asia/Tehran
  • Xetîbzade: Ne girîng e ku kî yê bibe serokomarê Amerîkayê

Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê got: Jibo Komara Îslamî ya Îranê ne girîng e ku kî yê bibe serokomarê Amerîkayê.

Seîd Xetîbzade, Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê roja Pêncşemiyê wek berteka li hemberî gotinên Serokê Rêxistina Lêanînên Navendî ya Amerîkayê derbarê destwerdana Îranê di hilbijartina Amerîkayê da, got: Amerîkî fêr bûne şerê dijî-lêzanînan li hemberî hin welatan bi rê xînin.

Xetîbzade got: Komara Îslamî ya Îranê bi rastî ti girîngiyekê nade siyaseta navxweyî ya Amerîkayê; Tiştê ku li hundira Amerîkayê diqewime, têkildarî gelê Amerîkayê ye.

Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê destnîşan kir: Mijara girîng jibo Îranê ev e ku Amerîkayê sozên xwe yên navneteweyî cih bîne û dev ji zorbêjî û çetetiyê berde; Ya herî girîng ev  eku rêzê li mafên gelê Îranê bigire û gişt ziyanên ku li Komara Îslamî ya Îranê xistiye, bicebirîne.

Can Ratklîf (John Ratcliffe), Serokê Rêxistina Lêanînên Navendî ya Amerîkayê demek beriya niha îdia kir ku Îran hevrê digel Rûsiye û Çînê jibo destwerdana li Hilbijartina serokomartiya Amerîkayê hewil dide.

Serokê Rêxistina Lêanînên Navendî ya Amerîkayê her wiha got: Çîn, Rûsiye û Îran û hin aliyên din hewil didin bi destwerdan an bandorkirina li hilbijartina Serokomartiya Amerîkayê, armancên xwe bi dest bînin.

 

 

 

Serepeyv