Îlon 02, 2020 11:10 Asia/Tehran
  • Du destkeftên girîng ên Bergiriya asimanî ya Artêşa Îranê hatin nimandin

Du destkeftên girîng ên Bergiriya asimanî ya Artêşa Îranê bi navê Imad û Kaşif 99 îro Çarşemiyê bi amadebûna emîr sertîp "Elîreza Sahibîferd" fermandarê vê hêzê hatin nimandin.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Projeya Imad ji wan projeyan e ku kêrhatîbûneke zêde di pêkanîna atmosfera şerê rasteqîn di rewşa mecazî, bi mebesta temrînkirin û zêdekirina hêza fermandaran û berteka durust di dema şêrr da heye.

Bi behrewergirtina ji vê pergalê ku tenê li ber destê çend welatên pêşketî ye, pawana berhemanîna pergalên lîstina şêrr di warê bergiriya asimanî hat işkandin û Îranî jî kete nav çend welatên xwedanê vê senaryoya taybet a bergiriyê.

Pergala Kaşif 99 jî bi mebesta zêdekirina şiyana keşfê ya Bergiriya asimanî di navbira kêm da û berxwegirtina navçeyên hestyar bi navbira 12 kîlomitr cih hat ku bi bikaranîna qabiliyeta çend-qonaxî dikare jibo vedîtina firokeyên herî biçûk jî were xebitandin.

Vedîtina firokeyên herî biçûk xwedana lihevalîtiyên taybet û ji pirsgirêkên roja îro ya cîhanê ye; Berhemanîna vê pergalê tenê di destê çend welatên pêşketî da ye.

Şiyana vedîtina firokeyên herî biçûk bi awayê sê-alî, qabiliyeta taktîkî ya berteka bilez, dewama xebatê ya 24 saetî, bikaranîna şêwazên nûjen jibo zêdekirina diqeta pîvandina tûşê û raberkirina bilindahiya hedefan ji taybetmendiyên Pergala Kaşif 99 ne.

Di merasima îro da biryar e ku çend destkeftên din jî bên nimandin.

 

 

 

Serepeyv