Îlon 01, 2020 20:32 Asia/Tehran
  • Dengvedana berfireh a gotinên Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî li medyayên navneteweyî

Gotinên Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî derbarê lihevkirina Imaratê û Rêjîma Siyonîst û xiyanetzanîna wê, dengvedaneke berfireh li medyayên navneteweyî hebû.

Rojnameya Times of India tevî amajeya bi beşeka gotinên Hezretê ayetullah Xamineyî, Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî derbarê asayîkirina pêwendiya Imaratê digel Rêjîma Siyonîst bi sernavê "Rêberê Îranê bifermînaskirina Israîlê ji aliyê Imaratê va şermezar kir" nivîsî: Rêberê Îranê bifermînaskirina Israîlê ji aliyê Imaratê va wek "Xiyanetek ku dê zêde nedome" da zanîn.

Reutersê jî ji zarê Hezretê ayetullah Xamineyî, nivîsî: Imaratê bi lihevkirina digel Israîlê jibo asayîkirina pêwendiyan, li cîhana îslamê xiyanet kiriye.

Russia Today jî bi sernavê "Rêberê Îranê dibêje ku xiyaneta Imaratê dê zêde dewam neke, lê serşûriya wê dê hertim bimîne", beşeke gotinên îro yên Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî weşand.

Rojnameya malizyayî ya New Street Timesê jî tevî belavkirina beşeka gotinên Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî derbarê vê yekê ku asayîkirina pêwendiyên Imaratê digel Rêjîma Siyonîst "Xiyaneta li Cîhana Îslamê, gelên ereb, welatên navçeyê û Filistînê" bûye, bal kişande ser gotinên wî yên îro.

Di dewamê da, rojnameya siyonîstî ya Orşelîm Postê bi sernavê "Rêberê Îranê: Lihevkirina bi Israîlê ra xiyaneta Imaratê li Cîhana Îslamê bû", bal kişande ser berteka îro ya Hezretê aywetullah Xamineyî li hemberî asayîkirina pêwendiyên Imaratê û Rêjîma Siyonîst p ji zarê wî nivîsî: Imaratî dê bo hertim riswa bibin; Ez hêvîdar im hişyar bin û karê ku kirine cubran bikin.

Sputnikê jî derbarê gotinên îro yên Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî nivîsî: Wî destnîşan kir ku xiyaneta Imaratê dê zêde dewam neke û piştî lihevkirina bi Israîlê ra dê serşûriyek jê ra bimîne.
Kanala El-Minarê jî nivîsî: Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî destnîşan kir ku imaratîyan li îslam û gelên erebî û mijara Filistînê xiyanet kirin û ev serşûriyek e ku dê li eniyê wan bimîne.

Serepeyv