Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî: "Imaratê xiyanet li Cîhana Îslamê û Filistînê kir"
Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî kiryara dewleta Imaratê ya asayîkirina pêwendiyan digel Rêjîma Siyonîst wek xiyanetek li cîhana îslamê, cîhana ereban û welatên navçeyê û mijara girîng a Filistînê da zanîn.
Hezretê ayetullah Xamineyî, Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî sibeha îro Sêşemiyê di têkiliya vîdyoyî digel Wezîr, alîkar, rêveber û serokên Wezareta Perwerdehiyê ya Îranê di sî û çaremîn civîna Perwerdehiyê, tevî amajeya bi asayîkirina pêwendiyên navbera Imarat û Rêjîma Siyonîst, got: Ev rewş dê zêde neyê domandin, lê serşûriya wê dê li eniya kesên ku dagîrkirina Filistînê û awarekirina gelê Filistînê ji bîr kirin û rê jibo siyonîstan li navçeyê xweş kirin, bimîne.
Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî tevî diyarkirina mixabiniyê ji hevkariya dewleta Imaratê digel kiryarên dilreqane yên Rêjîma Siyonîst û kesên qirêj di desteya desthilatdarên Amerîkayê da li dijî berjewendiyên Cîhana Îslamê û navçeyê, got: Em hêvîdar in ku imaratî zûtirkê hişyar bin û vê kiryara xwe cubran bikin.
Hezretê ayetullah Xamioneyî di beşeka din a gotinên xwe da tevî amajeya bi pêgiriya yên rojavayî jibo bandorkirina li pergala perwerdehiya welatan bi armanca sepandina şêwaza jiyana rojavayî, belgeya 2030 an bandora di pergala perwerdehiyê ya hin welatên navçeyê wek mînak da destnîşankirin û got: Roja îro felsefeya civakî li rojava bixwe têk çûye û mînakên wê yên fesadîyê ji Halîwûdê heta Pêntagonê tam xuya ye.
Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî tevîpêgiriya li ser hestyariya li hemberî bandora dijminan, got: Dijmin dixwaze karekî ku bi riya leşkerî pê nikare, bi bandorkirinê û ji riyên weke belgenameya 2030 hin mirovan perwerde bike ku weke wî bifikirin û armancên wî cih bînin da ku rewş jibo talankirina gelan xweş bibe.
Hezretê ayetullah Xamineyî her wiha şîndariya gelê Îranê di dehika yekem a Muherema îsal diyardeyek li welêt da zanîn û got: Tevî sînordariyên giran ji ber Koronayê, gel, axêver û bangîbêjan, tevî parastina coşa huseynî û damezirandina civînên mezin û manewî, destûrkar jî berçav girtin ku ez wek mirîdekî Ehlê beytê, bi dil û can sipasiya gişt ezîzan dikim.