Tebax 31, 2020 11:06 Asia/Tehran
  • Rûhanî: Pêwendiyên Îran û Viyêtnamê divê di hemî waran da berfireh bibe

Serokê Komara Îslamî ya Îranê Roja Neteweyî ya Viyêtnamê li gel û dewleta vî welatî pîroz kir.

Hesen Rûhanî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê roja Duşemiyê bi şandina peyamekê bo Ngûyên Fûtrong, Serokomarê Viyêtnamê hêvîdarî kir ku pêwendiyên Komara Îslamî ya Îranê û Viyêtnamê bi saya dostiya kevnare û vîna hevpar a rayedarên payeberz ên du welatan zêdetir ji berê berfireh bibe û pêwendî di hemî awarn da xurt bibin.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê jibo dewlet û gelê Viyêtnamê hêviya tendurustî, serketin, bextewarî û jiyana baş kir.

Serepeyv