Li Îranê hjimara pêketiyên koronayê kesên ku ji ber wê dimirin her diçe kêmtir dibe
Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê îro yekşemiyê bal kişand ser kêmbûna pêketiyên koronayê û kêmbûna candayiyên ji ber wê û ragihand ku zêde ji 321 hezar pêketiyên Koronayê jî baş bûne û vegeriyane malên xwe.
Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê Dr. Sîma Sadat Larî îro yekşemiyê derbarê amara herî dawiyê ya Koronayê li Îranê ragihand: Di 24 saetên borî de testa koronayê ya 1754 kesên din pozetîv derketiye ku 718 kes li nexweşxanê hatin razandin û yên din dermana sivik dîtin û vegeriyan malê da ku li wir heya pakbûnê li qerentînê bimînin.
Dr. Larî got ku bi van pêketiyan ve jimara kesên ku heya niha bi vîrusa koronayê ketine gihêştiye 373 hezar û 500 kesan.
Dr. Larî herwiha got: Heyf û mixabin di mideha 24 saetên dawiyê de 103 nexweşên Koronayê can dane û hejmara kesên ku heya niha ji ber vê nexweşiyê jiyana xwe ji dest dane gihêştiye 21 hezar û 462 kesan.
Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê herwiha got ku heya niha 321 hezar 421 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegerîne ser malên xwe.
Hejmara kesên ku heya niha li cîhanê bi vîrusa Koronayê ketine gihêştiye 25 milyon û 190 kesan ku ji wan derdora 847 hezar û 200 kesî jiyana xwe ji dest dane û zêde ji 17 milyon û 542 hezar kes jî baş bûne û vegeriyane ser mal û jiyana xwe.