Tebax 29, 2020 23:56 Asia/Tehran
  • Xetîbzade: Em hîn çarenivîsa Îmam Mûsa Sedir û hevriyên wî dişopînin

Berdevkê wezareta Karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê got: Şopandin û gotûbêja ser çarenivîs û qedera Îmam Mûsa Sedir û hevriyên wî hîn di nav kar û hewldanên Komara Îslamî ya Îranê de cihê xwe heye.

Îmam Mûsa Sedir xêmdarê Meclisa Bilind a Şîeyên Lubnanê û Tevgera Emel a Lubnanê bi du hevrî û hevalên xwe ve 31 Tebaxa 1978 li gor vexwendina Muemer Qezafî dîktatorê îdambûyî yê Lîbyayê seredana vî welatî kir lê ji wê demê ve li vî welatî de bê serûşûn bû.

Berdevkê wezareta Karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê  Seîd Xetîbzade li salvegera bêserûşûnbûna Îmam Mûsa Sedir di bersiva nûçegihanan de got: Wezareta Karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê  bi hevkariya dost û hevalên xwe yên lubnanî ve hîn dosiya Îmam Mûsa sedir dişopîne  da ku qedera vê şexsiyetê bi bandor li berxwedana Lubnanê zelal bibe.

Serepeyv