Berteka Zerîf derheqê gefên nû yên Amerîkayê ya di çarçova Mekanîzma Kişokê de
Wezîrê karên derve yê Komara Îsalmî ya Îranê hewldanên Amerîkayê ji bo vegerandina ambargoyên Rêxistina Neteweyên Yekgirtî (NY) ji riya gefxwarinê şermezar kir.
Wezîrê karên derve yê Komara Îsalmî ya Îranê Muhemed Cewad Zerîf îro bertek nîşanî gotinên nûnerê Amerîkayê li Konseya Ewlehiya NY Kelly Craft ya derbarê Mekanîzma Kişokê (Snep Back) da û di Twitterê de nivîsî: Piştî ku hewldanên Amerîkayê sê caran ji aliyê Konseya Ewlehiya NY red bûn. Niha ev welata gefê li wan kesan dixwe ku di navbera Amerîka û Mekanîzma Kişokê dibe berbend
Wezîrê karên derve yê Komara Îsalmî ya Îranê herwiha got: Rayedarên amerîkî ne huqûq û mafê dizanin çi ye, ne jî Neteweyên Yekgirtî fem dikin.
Kelly Craft vê sibeyê li hevpeyvîna bi televîziyona Siûdî ya El-Erebiye re îdia kir ku Mekanîzma Kişokê li gor berjiwendiyên Amerîka û netewên navçê wê bikeve meriyetê.
Nûnerê Amerîkayê li Konseya Ewlehiya NY herwiha îdia kir: Biryarnama 2231 destê Amerîkayê vedike da ku mekanîzma vegerandina boykotên li dijî Îranê bêxe meriyetê.