Tebax 28, 2020 16:55 Asia/Tehran
  • Wezareta Tendirustiya Îranê: Zêde ji 318 hezar pêketiyên Koronayê baş bûn

Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê îro Înê ragihand ku di 24 saetên borî de zêde ji du hezar û 100 kes li Îranê bi Koronayê (Covid-19) ketin û zêde ji 318 hezar pêketiyên Koronayê jî baş bûne û vegeriyane malên xwe.

Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê Dr. Sîma Sadat Larî îro Înê derbarê amara herî dawiyê ya Koronayê li Îranê ragihand: Di 24 saetên borî de testa koronayê ya 2 hezar û 115 kesên din pozetîv derketiye ku 941 kes li nexweşxanê hatin razandin û yên din dermana sivik dîtin û vegeriyan malê da ku li wir heya pakbûnê li qerentînê bimînin.

Dr. Larî got ku bi van pêketiyan ve jimara kesên ku heya niha bi vîrusa koronayê ketine gihêştiye 369 hezar û 911 kesan.

Dr. Larî herwiha got: Heyf û mixabin di mideha 24 saetên dawiyê de 112 nexweşên Koronayê can dane û hejmara kesên ku heya niha ji ber vê nexweşiyê jiyana xwe ji dest dane gihêştiye 21 hezar û 249 kesan.

Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê herwiha got ku heya niha 318 hezar 270 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegerîne ser malên xwe.

Hejmara kesên ku heya niha li cîhanê bi vîrusa Koronayê ketine ji 24 milyon û 655 hezar kesan derbaqs bûne ku ji wan herî kêm 836 hezar kesî jiyana xwe ji dest dane û zêde ji 17 milyon kesî jî baş bûne û vegeriyane ser mal û jiyana xwe.

Serepeyv