Tebax 27, 2020 16:45 Asia/Tehran
  • Heta îro 27ê Tebaxê; Zêde ji 317 hezar ji tûşbûyiyên Koronayê li Îranê baş bûne

Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi tûşbûna derdora 367 hezar û 796 kesî li Îranê bi Vîrûsa Koronayê ragihand ku heta niha 316 hezar û 638 kes ji tûşbûyiyan baş bûne.

"Sîma Sadat Larî", Seroka Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê roja Şemiyê tevî amajeya bi naskirina 2190 nexweşên nû di 24 saetên bihurî da, got:

"Heta niha li gorî pîvanên tekûz ên pêderxistinê, 367 hezar û 796 kes li Îranê bi Koronayê ketine."

Seroka Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê her wiha bal kişande ser candana 117 kesan di 24 saetên bihurî da û got:

"Hejmara goriyên Koronayê li Îranê gihîştiye 21 hezar û 137 kesî kesî."

Hejmara tûşbûyiyên bi Vîrûsa Koronayê li Cîhanê gihîştiye nêzikî 24 miliyon kesî.

Ji vê hejmarê 830 hezar kesan canê xwe ji dest dane û derdora 17 miliyon kes jî baş bûne.

 

 

Serepeyv