Tebax 27, 2020 14:11 Asia/Tehran
  • Projeya mezin a dabînkirina ava vexwarinê ya Qûçanê destpê bû

Rêveberê şîrketa Avê ya parêzgeha Xorasana Rezewî qala destpêbûna operasiyona cihanîna projeya mezin a dabînkirina ava vexwarinê ya bajarê Qûçanê hevdem digel Hefteya Dewletê bi bûdceyeke 670 miliyar riyalî kir.

Li gorî rapora IRNAyê, Muhemed Elayî, Rêveberê şîrketa Avê ya parêzgeha Xorasana Rezewî roja Sêşemiyê ji nûçegihanê IRNAyê ra got: Ev proje bi armanca raberkirina rêkara munasib jibo dabînkirina ava vexwarinê ya hewce jibo bajarê Qûçanê di çarçova du projeyan bigiştî bi 23 kîlomitran pêk tê û bi gişt 151 hezar kes dê sûdê jê werbigirin.

Wî got: Hêla veguhestina vê ji Bendava Tebarekê heta benda Badxorê û ji wir heta Palîngeha avê ya bajarê Qûçanê dê pêk were.

Şaristana Qûçanê li parêzgeha Xorasana Rezewî û di 137 kîlomitirya bakurê rojavaya Meşhedê ye.

 

 

 

 

Serepeyv