Tebax 26, 2020 14:58 Asia/Tehran
  • Heta îro 26ê Tebaxê; Zêde ji 315 hezar ji tûşbûyiyên Koronayê li Îranê baş bûne

Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi tûşbûna derdora 365 hezar û 606 kesî li Îranê bi Vîrûsa Koronayê ragihand ku heta niha 314 hezar û 870 kes ji tûşbûyiyan baş bûne.

"Sîma Sadat Larî", Seroka Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê roja Şemiyê tevî amajeya bi naskirina 2243 nexweşên nû di 24 saetên bihurî da, got:

"Heta niha li gorî pîvanên tekûz ên pêderxistinê, 365 hezar û 606 kes li Îranê bi Koronayê ketine."

Seroka Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê her wiha bal kişande ser candana 119 kesan di 24 saetên bihurî da û got:

"Hejmara goriyên Koronayê li Îranê gihîştiye 21 hezar û 20 kesî kesî."

Hejmara tûşbûyiyên bi Vîrûsa Koronayê li Cîhanê gihîştiye nêzikî 24 miliyon kesî.

Ji vê hejmarê 824 hezar kesan canê xwe ji dest dane û derdora 16 miliyon kes jî baş bûne.

 

 

 

Serepeyv