Tebax 26, 2020 09:04 Asia/Tehran
  • Zerîf: Em daxwaza pêwendiya asayî digel ajansa Enêrjiya Atomê dikim

Wezîrê karên derve yê Îranê bi twittekê tevî amajeya bi hevdîtina "Pirr avaker" digel Rêveberê giştî yê Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê (IAEA), li ser amadetiya Têhranê jibo pêwendiya normal digel ajansê pêgirî kir û derbarê hin atengîderxistinan hişyarî da.

Li gorî rapora IRNAyê, Muhemed Cewad Zerîf di dewama twitta xwe nivîsî: Îran tam zelal tevgeriyaye; Zêde ji sedî 92ê çavdêriyan di babetên wekhev ên cîhanî li Îranê pêk hatine.

Zerîf hişyarî da: Hinek li dû jinavbirina vê zelalbûnê bi rêya anîna zextan bona vekirina mijarên bidawîhatî ne.

Rafaêl Grosî, Rêveberê giştî yê Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê (IAEA) roja Duşemiyê di serê desteyekê jibo seredaneke durojî û hevdîtina bi rayedarên Îranê ra gihîşte Têhranê.

Grosî roja Sêşemiyê bi Elî Ekber Salihî, Serokê Rêxistina Enêrjiya Atomê ya Îranê ra hevdîtin pêk anî.

Rêveberê giştî yê Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê (IAEA) di vê hevdîtinê da got: Bandor û destêwerdanek di ajansê da tune; Lê zextek heye ku ev yek jî beşek ji siyaseta cîhanî ye.

 

 

 

Serepeyv