Tebax 25, 2020 13:28 Asia/Tehran
  • Rafaêl Grosî û Salihî hevdu dîtin

Rêveberê giştî yê Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê (IAEA) çû dîtina Serokê Rêxistina Enêrjiya Atomê ya Îranê û pêra axivî.

Rafaêl Grosî, Rêveberê giştî yê Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê (IAEA) û Elî Ekber Salihî, Serokê Rêxistina Enêrjiya Atomê ya Îranê piştî vê hevdîtinê ku îro Sêşemiyê li Têhranê pêk hat, dê beşdarî civîna çapemeniyê bibin.

Rafaêl Grosî, Rêveberê giştî yê Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê (IAEA)  roja Duşemiyê di serê desteyekê da jibo seredaneke durojî û hevdîtina digel rayedarên Îranê gihîşte Têhranê.

 

 

Serepeyv