Tebax 25, 2020 00:14 Asia/Tehran
  • Rêveberê giştî yê Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê (IAEA) gihîşte Têhranê

Rêveberê giştî yê Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê (IAEA) û desteya pêra jibo hevdîtina bi berpirsên Komara Îslamî ya Îranê ra derbarî Têhranê bû.

Ev yekem sefera fermî ya Rafaêl Grosî (Rafael Grossi) dîplomatê arjantînî bo Îranê wek Rêveberê giştî yê Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê (IAEA) ye.

Armanca wî ji vê seferê wergirtina bersiva bo pirsan derbarê lihevkirinên pademanî hatiye zanîn; Ev di halekî da ye ku Komara Îslamî ya Îranê hertim alîkariyeke berfireh digel ajansê di çarçova hevkariyên dualî hebûye û hewildanên Amerîkayê jibo anîna zextên nû li ser Îranê tenê bûye sebeba tecrîda zêdetir li ser vî welatî.

Rafaêl Grosî dê sibe Sêşemî bi Elî Ekber Salihî, Serokê Rêxistina Enêrjiya Atomê ya Îranê ra hevdîtin û gotûbêj bike.

 

 

 

Serepeyv